Li Mexribê şîdeta li dijî jinek bû sedema bertekan
Li Mexribê ji ber şîdeta li dijî jineke ciwan, li welat bertekên jinan zêde bûn. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku ji bo mafên jinan û parastina wan tedbir werin girtin. Jinan xwest zagon werin bicihanîn û daxwaza jiyana bi ewle kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Mexribê şîdeta li dijî jinan ji bûyerên şexsî zêdetir, bûye pirsgirêkek mezin a ji ber kêmasiyên ku di perala hiqûqî de çêdibin.
Li bajarê Taza yê Mexribê, roja 24’ê Îlon3e jineke ciwan a bi navê Îman ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li kolanê rastî êrîşê hat. Di encama êrîşa bi kêrê de di rûyê wê de birînên kûr çêbûn û 132 kêl avêtin. Her wiha ji çavên xwe jî zirarek mezin dît.
Berê jî rastî destdirêjiyê hatibû
Îmana ku ji aliyê heman kesî ve rastî destdirêjiyê hatibû, ducanî mabû, neçar mabû ji bo zarok bigre nifûsa xwe bi wî kesî re bizewice. Piştî hevberdanê, gefên li dijî wê berdewam kiribûn. Hat diyarkirin ku çend roj beriya êrîşê kiryar ji girtîgehê hatiye berdan.
Divê zagon di ber çavan de werin derbaskirin
Kiryar, piştî êrîşê li bajarê Sefrou ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Şaxa Tazayê ya Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê ragihand ku ew daxilî dozê bûye. Komele û rêxistinên mafan, xwestin ji bo jina birîndar, desteka tibî were dayîn, parêzer jê re were girtin û zagonên ku destûr dane bi êrîşkar re bizewice di çav de werin derbaskirin. Her wiha bal hat kişandin ku ji ber hebûna van zagonan şîdeta li dijî jinan didome.
Divê kiryar werin darizandin
Bûyer bû sedem ku şîdeta nava malbatê careke din bikeve rojevê. Rêxistinên mafên mirovan bang kirin ku ceza werin girankirin û mekanîzmayên hiqûqî-civakî zêdetir bikevin dewrê. Rêxistina mafên jinan “Tora Înced a li Dijî Şîdeta Zayendî” bi daxuyaniyek êrîşê bi gotinên; “Li ser mafên jinan ên bedenî, ruhî û ewlehiyê êrîşeke hovane” pênase kir.
Rêxistinê, xwest ji bo Îman desteka tibî û psîkolojîk were dayîn û kiryar ji ber sûcê kiriye bi giranî were cezakirin.