Li Mexribê rêgeza ‘esasgirtina berjewendiyên zarokan’ li ser kaxezê ma
Li Mexribê rêgeza “esasgirtina berjewendiya zarok” ji sala 2004’an ve heta niha di dozên malbatan de weke temînat derdikeve pêş lê ji ber valahiyên di pêkanînê de, di biryarên nefeqe û welayetê de mafên jin û zarokan nayên parastin.
					HENAN HERÊT
Mexrib – Piştî ku Qanûna Malbatê ya Mexribê di sala 2004’an de ket meriyetê, rêgeza berjewendiyên çêtirîn ên zarokan di çareserkirina nakokiyên malbatî yê mîna dozên hevberdanê, welayet û nefeqeyê de mîna ewlehiyek derdixe pêş. Lê belê, piştî ku 20 sal di ser sepandina qanûnê de derbas bû, rexneyên li ser valahiya di navbera nivîs û pratîkê de zêde dibin; ev rêgez carna vediguhere hevokek xweşik a bê naverok.
Nebesiyên hiqûqî û pêkanînên bêedalet
Parêzer Laîla Boufriessî, destnîşan kir ku hinek bendên qanûnê pirsgirêkên kêmbûnên sererastkirinê û nebûna mekanîzmayên zelal ên ji bo destnîşankirina berjewendiyên rasteqîn ên zarok dijîn in û wiha axivî: "Welayet piranî caran bi belgeyek yekane ku diyar dike dayik zarok teslîmê bav nekiriye, dikeve. Rewş an jî sedemên bûyerê, ji ber çavan nayên girtin; dibe ku dayik nexweş be yan jî zarok ji ber tenduristiya xwe nikaribe rêwîtiyê bike. Ruxmê vê yekê jî dadger xwe dispêre teqdîrek sînorkirî.”
Laîla Boufriessî, diyar kir pergala serdanê ya li dadgehên Mexribê bêbandor e û gelek caran tenê roja Yekşemê ji saet 9’ê sibê heta 6’ê êvarê ve sînordar e û got: "Ne maqûl e ku mafê zarokek tenê hefteyek hebe çend demjimêr bi dayik û bavê xwe re derbas dike, bêyî îmkana betlaneyê yan jî mayîna şevê bê sînordakirin."
‘Gelek jin ji ber dirêjbûna pêvajoya dadgehê hemû tiştan qebûl dikin’
Laîla Boufriessî, wiha axivî: “Der barê hevberdana lihevkirî de jî ev rêbaz di gelek rewşan de li ser jinên di warê aborî û derûnî de lawaz in, mîna amûreke zextê tê bikaranîn. Hinek jin ji tirsa dirêjahiya pêvajoyên dadgehê, neçar dimînin protokolên hevberdanê bikin, bi tevahî dev ji nefeqeyê berdin an jî bi mîqdarên sembolîk ên nikarin pêdiviyên bingehîn ên zarok dabîn bikin, qebûl dikin."
Pirsgirêka “berjewendiyên çêtirîn ên zarokan" ne tenê bi nivîsan re sînordar e, di biryarên dadgehê de jî xwe nîşan dide. Di Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Malbatê ya Marakeşê biryar da ku zarokek çar salî vegerîne Swîsreyê, cihê ku bavê wî lê dijî; biryar li ser bingeha Peymana Laheyê ya li ser revandina navneteweyî ya zarokan bû. Ev biryar, ji aliyê rêxistinên mafan ve bi hinceta paşguhkirina hawirdora civakî û psîkolojîk a zarok kus ê salan li Mexribê jiyabû, hat rexnekirin.”
Sererastkirina Qanûna Malbatê ya Mexribê di rojevê de ye
Nîqaşên heyî yên li ser sererastkirina Qanûna Malbatê ya Mexribê, van mijaran dîsa anîn rojevê. Laîla Boufriessî, pêşniyar dike ku pênaseyek zelal a berjewendiyên çêtirîn ên zarokan li qanûnê bê zêdekirin, raporên derûnî û civakî di dozên binçavkirin û alîkariyê de bên ferzkirin û dadwer bi nêzîkatiyeke ku ne tenê aliyên hiqûqî, di heman demê de aliyên derûnî û civakî jî li ber çavan bigre, bên perwerdekirin û got: "Em nikarin zarok bi nêzîkatiyek teng a qanûnî biparêzin; divê em qebûl bikin ku zarok xwedî hewcedariyên derûnî, civakî û madî ne.”
Ev rewş, çîroka jina bi navê Khadîja Mihemed ku piştî hevberdanê nefeqaya mehane 600 dirhem (nêzî 60 dolar) digre û keça xwe ya 7 salî bi tena serê xwe mezin dike, piştrast dike. Khadîja Mihemed, wiha axivî: “Ev mîqdar lêçûnên xwarin, cil û berg û dibistanê jî dabîn nake. Ruxmê vê yekê jî bav bi rêkûpêk nefeqeyê nade lewma ez neçar im ji bo dabînkirina lêçûnan di karekî de bixebitim.”
Ev yek, pirsgirêka nebûna mekanîzmayên bi bandor di pêkanîna biryarên nefeqeyê de derdixe holê; ev biryar gelek caran tên rawestandin û jin neçar dimînin barê darayî û derûnî yê mezinkirina zarok bi tena serê xwe bigrin.
Biryarên cuda yên dadgehê
Di Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Malbatê ya Marakeşê zarokek vegerand ba bavê wî û di Mijdara 2023’an de jî Dadgeha Îstînafê ya Mideltê welayetê dayikek ku ji nû ve zewicîbû ji destê wê negirt û rewşa derûnî û civakî ya zarok li ber çavan girt. Ev biryar mîna "mirovane" hat nirxandin.
Di Gulana 2022’an de Dadgeha Asliyê ya Temarayê, bi raporên tibî û civakî ji dayikek re mafê welayeta demkî da; ev biryar bû mînaka nêzîkatiya berpirsiyar a dadgehê ya ji bo ewlehiya zarok.
Ev biryarên cuda, nîşan didin ku têgihîştinek standard ji bo rêgeza "berjewendiyên çêtirîn ên zarok" tune ye û çarenûsa zarokan girêdayî biryara dadgehê ye.
‘Zarok di dayikên xwe de hezkirin û lênêrînê dibînin’
Aktîvîsta siyasî û mafên mirovan û Seroka Komeleya "Awal Libertés" Nozha Al-Saqlî, destnîşan kir ku divê sererastkirina Qanûna Malbatê berfireh û kûr be û berjewendiyên çêtirîn ên zarokan mîna rêgeza bingehîn bê pejirandin. Nozha Al-Saqlî, domdariya zewacên di dema zarokatiyê de rexne kir û da zanîn ku ev yek "sûcê li dijî zarokan" e û bi mukelefiyetên navneteweyî yên Mexribê re ne lihevhatî ye.
Nozha Al-Saqlî, diyar kir ku qanûn bi tevahî mafên zarokên ku ji derveyî zewacê çêdibin paşguh dike û got: “Ev yek binpêkirin û bêedaletiyek mezin e. Her wiha ez hukmên der barê xistina welayetê ya di bûyera ji nû ve zewaca dayik de rexne dikim û diyar dikim ku zarok di dayikên xwe de hezkirin û lênêrînê dibînin.”
Nozha Al-Saqlî, da zanîn ku Qanûna 2004’an li gorî ve demê nîn e û hinek bendên alîgiriya mêran ji qanûna rewşa kesane ya berê di nava xwe de dihewîne û diyar kir ku pergala "Taassib" a di mîrasê de xizmên mêr li pêşiya dayik û zarokên keç digre.
Nozha Al-Saqlî, destnîşan kir ku divê her reforma tê bendewarîkirin, wekheviyê nîşan bide, ji bo zarok û jinan parastinek rasteqîn bê mîsogerkirin û ji her cureyê cudakariyê dûr be.
Ruxmê derbasbûna 20 salan jî rêgeza "berjewendiyên çêtirîn ên zarokan" hê jî pirsgirêkên pratîkî yên kûr derdixin holê. Gelo sererastkirina ku li bendê ye dê bibe derfetek ji bo sererastkirina vê pêvajoyê û peydakirina parastinek rasteqîn a ji bo zarokan, an jî dê ew rêgez tenê mîna hevokek qanûnî ya xweşik ku bandorê li dadweriya rojane û rastiya civakî dike bimîne?