Li Mexribê piraniya zarokên keç dev ji dibistanê berdidin

Di lêkolîna Weqfa Ayto li ser rewşa dibistanên herêmên Mexribê kirî de derket kolê ku bi rêjeyek bilind zarokên keç ji ber zoriyên jiyanê dev ji dibistanê berdane.

Mexrib - Weqfa Ayto ya Hevkariya Wekheviya Zayendî ya ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatî avakirin lêkolîna xwe ya li ser dibistanên herêmên Mexribê û rewşa xwendinê ya dibe sedem ku piraniya xwendekaran dev ji dibistanê berdin 28'ê Kanûnê bi raporekê rangihandin. Li gorî raporê bi rêjeyek pir bilind zarokên keç ji dibistanê qutbûne. Di lêkolîna ku li parêzgeha Tata, Guelmîm û Seydî Îfnî yên ku dikevin başûrê Mexribê de, ev lêkolîn nêzî salekê dirêjkir ku ji kanûna 2020'an despêkir heyanî despêka kanûna 2021'an. Di lêkolînê de hate diyar kirin ku ji sedî 57 zarokên keç û ji sedî 47 jî zarokên lawik bi giştî 4503 xwendekaran dev ji xwendinê berdane. Ji ber vê sedemê rêjeya xwendekarên dibistana amadeyî diqedînin gelek kême û yên zanîngehê diqedînin jî ji sedî sê derbas nake.  
Li gorî statîstîkên ku di lêkolînê de cih girtine ji sedî 93'ê xwesteka lezgîn a sûdwergirtinê ji perwerdehiyê nîşan dane bêyî ku temenê xwe weke astengî bibînin, her wiha rêjeya jinên ku daxwaza hînbûnê nîşan nedane ji sedî 7 terbas nekiriye. Di raporê de hat destnîşankirin ku rewşa jinên ku daxwaza xwe ya hînbûnê ne anîn ziman ne ji ber nebûna xwesteka wan a perwerdehiyê ye lê ji ber ku derfetên cidî nînin da ku wan teşwîqî xwendinê bike ye.