Li Mexribê mêrê bê sedem ji mala xwe cudabû hat cezakirin
Dadgeha Bilind a Oad Zem a Mexirbê, mêrê bê sedem dev ji mal û zarokên xwe berdayî ceza kir.
Mexrib- Di 14'ê Sibatê de Dadgeha Bilind a bajarê Oad Zem a Mexirbê, cezayê girtîgehê li mêrê bê sedem dev ji mal û zarokên xwe berda birî. Daîreya Komîsyona Tundiya Li Dijî Jinê li Dadgeha Oad Zem, 2 meh cezayê girtîgehê û 700 dolar tazmînat lê birî.
Dadgehê biryara xwe bi awayekî ku prensîba wekheviya maf û erkên hevpar ên di navbera zayendan de pêk tîne. Li gorî metna xala 479'an a qanûna tawanê ku tê de serdozger destnîşan dike ku heke dê an jî bav bê sedem ji malê cuda bibin bi cezayê girtîgehê ji mehekê heya salekê û cezayê pereyan tê cezakirin.