Li Mexribê li ser ragihandina tundiya li ser jinan perwerde hat dayîn
Seroka Komeleya Challenge ya ji bo wekhevî û hemwelatîbûnê Buşra Ebdo eşkere kir ku heta diyardeya tundiya li ser jinan ku yek ji kevintirîn binpêkirina mafên mirovan e bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
HANAN HARITE
Mexrib - Komeleya Challenge ya ji bo wekhevî û hemwelatîbûnê, bi hevkariya Tora Aman a li dijî tundiyê li Mexribê kursek perwerdeyê li ser mekanîzmayên ragihandina şîdeta li ser jinan organîze kir. Di perwerdeyê de hemû rê û rêbazên ji bo rûbirûbûna diyardeya tundiya li ser jinan, bi taybetî di aliyê hiqûqî de, li gorî hemû pêşketinên qanûnî û peymanên navneteweyî yên ku Mexrib pê ve girêdayî ye, hatin pêşkêşkirin. Têkildarî mijarê hin jinên ku beşdarî kursa perwerdeyê bûne ji ajansa me re axivîn.
Heyat El-Teybî got ku ew tevli vê perwerdeyê bûye da ku dema jineke rastî tundiyê tê bibîne bikaribe alîkariya wê bike û wê ji tundiyê xelas bike û got: "Tundiya li ser jinan diyardeyek e ku ji aliyê hemû peymanên navneteweyî ve hatiye redkirin."
“Bila jin bi cesaret bin û li dijî tundiyê têbikoşin”
Celîla El-Kafî jî diyar kir ku parastina jinan ji her cure tundiyê tenê bi çekdarkirina wan bi zanist û zanyariyê pêk tê û wiha pê de çû: "Jin nîvê civakê ne û nifşan mezin dikin. Divê jin bi cesaret bin û li dijî tundiyê têbikoşin."
Nadiya El-Tabî jî da zanîn ku armanca beşdarbûna wê ya kursa perwerdeyê ew e ku bikaribe li ser diyardeya tundiyê kûr bifikire û wiha axivî: "Gelek komeleyên civaka sivîl hene ku alîkariya jinên rastî tundiyê hatine dike û rêbazên qanûnî û çawaniya parastina mafên xwe ji wan re vedibêje."
Seroka Komeleya Challenge Buşra Ebdo eşkere kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku diyardeya tundiyê ku yek ji kevintirîn binpêkirina mafên mirovan e bi dawî bibe û wiha got: "Diyardeya tundiya li ser jinan pirsgirêkek civakê ye û divê her kes ji bo têkoşîna li dijî wê di nava hewldanan de be."