Li Mexrîbê konvoya lêhaybûnê wê 3 rojan li çolistanê bigere
Jinên Mexrîbê ên li dijî zewaza zarokan zend û bendên xwe badan bi dirûşmeya “qedexekirina zewaca kesên negihiştî” bi konvoya lêhaybûnê wê sê rojan serlêdana gûndewarên welat bike.
Mexrîb – Komaleya Hemwelatî û Wekheviyê ya Tahadî (Association Tahadi pour l'Egalité et la Citoyenneté-ATEC), bi şirîkiya Komaleya Têkoşîna Hemwelatiya Wekhev û Komaleya Rabûnê wê bi dirûşmeya “qedexekirina zewaca kesên negihiştî” hin xebatan bimeşîne. Di vê çarçoveyê de ji îro şûnde li gundewar û çolistana Mexrîbê konvoya lêhaybûnê bigere. Tê payîn ku dê konvo bi taybetî li gûndewarên herî dur ên Mexrîbê bigere.
"Bi komaleyên heremî re xebatên hevpar hatin meşandin"
Li gor daxûyaniya ku di derbarê mijarê de hatiye ragihandin, di xebata lêhaybûnê ya bi dirûşmeya “qedexekirina zewaca kesên negihiştî” hatiye destpêkirin de, bi komaleyên heremî yên bajarê Rahamna ên Mexrîbê re xebatên hevpar tê meşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li heremên xizaniyek pir mezin tê heyî zewacên zarokan hêj bêtir tê dîtin û hat xuyakirin ku ji bo zarokên li heremên ku serdana wan bê kirin wê alîkarî bê dayîn.
"Dê encamê xebatê were raporkirin"
Hat destnîşankirin ku wê encamên xebata ku konvoya armanca zanakirinê hildigre, dimeşîne were raporkirin û paşê jî bi raya giştî re were parkirin.
Li gor zagonên Mexrîbê zewacên ji 18 salî biçûktir di warê zagonî de nayê qebûlkirin û heta di zagonên welat de weke “êrişê zayendî-tecawiz a li hemberî zarokan” tê qebûlkirin, lê rûxmê vê jî li welat bi taybetî li heremên çolistanê hêj bi awayek belav tê jiyîn.
Konvoya lêhaybûnê wê di dîrokên 18, 19 û 20’ê Sibatê de xebat bimeşîne.