Li Mexribê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê kampanyayek hat destpêkirin

Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, li Mexribê kampanyaya hişyariyê ya bîstemîn ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokên keç hat destpêkirin.

Mexrib – Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, li Mexribê kampanyaya hişyariyê ya bîstemîn ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokên keç hat destpêkirin.

Wezîrê Hevgirtin, Tevgirtina Civakî û Malbatê, Ewatif Hiyar diyar kir ku dîjîtalîzekirin bûye hêmanek bingehîn ji bo pêşketinê û dihêle ku komên xizan bi hêsanî xwe bigihîjînin xizmetguzariyên civakî, zanîn û zanistê lê di aliyekî din de jî ew bûye xeter li ser tenduristiya derûnî û ewlehiya gelek jin û keçan û wiha pê de çû: “Divê ev kampanya ne tenê kevneşopiyek salane be ji bo pîrozkirina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan. Divê ew stasyonek bingehîn be ji bo afirandina seferberiya civakî û afirandina hewaya giştî ku tundî û cudakariyê red dike.”

Kampanyaya îsal dê balê bikşîne ser tundiya li ser medyaya dîjîtal

Ewatif Hiyar da zanîn ku wezaretê biryar da ye ku kampanyaya îsal li ser xetereyên tundiya dijîtal a li ser jin û zarokên keç be û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Pêdivî heye ku bal were kişandin ser mezinbûna vê forma şîdeta ku di encama guhertinên li pey hev ên ku Mexribê çêdibin. Ev şîdet bûye cihê nîgeraniyeke mezin ku ewlehiya bedenî û derûnî ya jinan tehdîd dike. Amarên encamên lêkolîna niştimanî ya Komîseriya Bilind a Plandanînê li ser berbelavbûna tundiya li dijî jin û mêran di sala 2019’an de eşkere kir ku ji sedî 13.8 an jî nêzî 1.5 milyon jin û keç bûne qurbaniyên şîdeta dîjîtal.”