Li Mexrîbê ji bo pêşxistina jinan di qada aborî de semîner hat lidar xistin

Li Marakeşê Sendikaya Kedê ya Jinan bi beşdariya hejmarek zêde ya aktivîstan, ji bo astegiyên li pêşiya jinan di qada aborî de rabe û jin di aliyê aborî de bi hêz bibin semînerek li darxist.

RAJA KHAYRAT

Mexrîb - Duh Sendikaya Kedê ya Jinan li Marakaşê bi sernavê ‘Jin di aliyê aborî de li dijî zehmetî û astegiyan were bihêzkirin’ ji bo jin di qada aboriyê de hişyar bibin û bi hêz bibin semînerek li darxistin. Di semînerê de bal li ser astengî û sînordarkirinên ku jin di qada aboriyê de rastî tên û bihêzbûna jinan di vê warê de hat kişandin.

‘Jin di qada aborî de rastî gelek zehmetiyan tên’

Seroka Navenda Behndanê ya Najda, Amîna Bayan derbarê pêşxistina aboriya jinê de wiha got: “Sendikaya Kedê ya Jinê ji bo jin di qada aboriyê de xwe bê hêz bike û derfetê kar ji bo jinan were peydakirin dixebite. Jin di beşdariya qada aboriyê de rastî gelek astengî û zehmetiyan tên, ji bo jin di aliyê aborî de bi hêz bibe û wekhevî pêkwere û teşwîqî kar werin kirin Sendikaya Keda Jinê her tim jinê hişyar dike û ji bo belavkirina wê têkoşînê dike.”

‘Ji bo jinan derfet nayê avakirin’

Amîna Bayan da zanîn ku ji bo gelek jinan avakirina firsendên ku xwe di aliyê aborî de bi hêz bike nîne, bi vê semînerê û zanyariyan dikarin hînek kêrhatî û teknîkên biçûk ku derfetên kar asan dike ava bikin û destnîşan kir ku derbarê giringiya bazarkirina dijîtal û bi rêya online xwe di qada aboriyê de pêşbixin û aboriya xwe ya serbixwe ava bikin. 

‘Sendîka ji bo pêşxistina jinan dixebite’

Sekretera Giştî ya Sendikaya Karkerên Jin a Marakeşê Saida El Wadî destnîşan kir ku dema rewşa piyasaya kar ya li Mexrîb û bi taybet jin di xwegihandina hêza kar de zehmetiyan dikêşe û ji bo wê çawa jin bikevin di nava jiyana kar de û kêrhatiyên xwe nîşan bidin pêwîstî bi pêşxistian kêrhatina îqnakirinê heye û wiha got: “Di xebatên sendîkayê de ji derveyî perwerdeyên pîşeyî di aliyê zagon û tendirûstiyê de perwerde tên dayîn. Her wiha ji bo jin bikarin kêrhatî û hêza xwe pêşbêxin û çawa têkilî were danîn de û kêrhatiya îqnakirinê pêşbixin de û baweriya bi wan zêde bibe de perwerde tên dayîn.”

‘Divê jin hişyar bin’

Saida El Wadî îşaret bi wê yekê kir ku hewceye ku hin jêhatîbûn û teknîkên ku wê ji wan re bibin alîkar ku fersendên kar bibînin. Derbarê rola Sendîkaya Kedê ya Jinan de Saida El Wadî bal kişand ser bi organîzekirina atolyeyên hişyarkirinê yên endamên sendîkayan ji ber pisporiyên wan ên cihêreng ji bo jinan were vekirin û banga bihêzkirina aborî weke mercek ji bo pêşxistin û wekheviyê kir.

‘Jin dikarin bi rêya online aboriyê bi dest bixin’

Beşdar û nûnerên Ajansa Neteweyî ya ji bo Hêza Kar û Pêşkeftina Kêrhatiyan dan zanîn ku jin dikarin ji derfetên heyî sûd bigirin, wek platformên medyaya dîjîtal yên ku ji bo peydakirian kar di be alîkar û dikarin bi rêya onlîne jî aboriyê serbixwe bi dest bixin sûd bigrin û banga peydakirina riyên pêşxistinê li jinan kir, çi kooperatîf be, çi şirket be, çi jî xwe karî li gorî ku bazar hewce dike.

’Jin dikarin xwe pêşbixin’

Axaftvanên semînerê destnîşan kirin ku li hemberî vê herikîna dîjîtal a berfireh êdî gihandina agahiyan ne zehmet e, êdî tenê jin dikarin bi sûdgirtina ji naveroka watedar û cidî ku li ser platformên dîjîtal têne pêşkêş kirin, bibin xwedî îradeya ku projeyên xwe pêk bînin û pêş bixin, ku ew dikarin kêrhatiyên  xwe pêş bixin û serxwebûna aborî bi dest bixin, dikarin bi hebûna hêza xwe ya biryargirtinê ji desthilatdariya mêr rizgar bibin.