Li Mexribê ji ber hişkesaliyê rêjaya qada çandiniyê kêm dibe

Hat ragihandin ku li Mexribê wê ji ber hişkesaliyê ji sedî 20’ê qada çandiniyê bên windakirin.

Navenda Nûçeyan – Mexrib ev 5 salên dawî di sektora çandiniyê de bi xetereya hişkesaliyê re rû bi rû ye.  Wezîrê Çandiniyê ya Mexribê Muhammed Sadiki ya li Meclîsa Şêwirmendan a baskê duyemîn a Meclisê pirsan bersivand, diyar kir ku qada ku di demsalên havîn û zivistanê da tên çandin gihîşt 2,5 milyon hektar.

'Rêjaya qada çandiniyê ji sedî 31 kêm bû'

Muhammed Sadiki, da zanîn di salên ku baran asayî bû de qada çandiniyê ya li welat gihîştibû 4 milyon hektar û wiha got: "Em ê ji ber hişkesaliyê ji sedî 20’ê ji 2,5 milyon hektar ên ku hatine çandin ji ber ziwabûnê winda bikin." Muhammed Sadiki, da zanîn ku îsal li gorî sala 2023'an qada çandiniyê ji sedî 31 kêm bûye.

Mexrib, ev 5 salên dawî di sektora çandiniyê de bi xetereya hişkesaliyê re rû bi rû ye.