Li Mexribê êrîşkarê destdirêjî li jina astengdar kirî hat cezakirin
Doza êrîşkarê destdirêjî li jinek a astengdar kirî li Dadgeha Guelmimê ya Mexribê hat dîtin û êrşkar hat cezakirin.

Mexrib- Danişîna doza êrîşkarê destdirêjî li jinek a astengdar kirî li Dadgeha Cezayê Giran a Guelmimê ya Mexribê hat dîtin. Di danişînê de êrîşkar bi du sal cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Bûyera Guelmimê ku raya giştî ya Mexribê hejand bûyera berî du mehan li bajarê Rebetê qewimîbû tîne bîra mirov ku êrîşkarekê destdirêjî li zarokek 13 salî ya astengdar kiribû.
Di sala 2014'an de zagonsazên Mexribê xala dawî ya beşa 475 a Zagona Ceza madeya dema tecawîzkar bi mexdur re dizewice tê efokirin betal kir. Li gorî zagonê êdî bi çî şêweyî be dê tecawîzkar bê cezakirin.