Li Mexribê doza mamosteyê bi tacîzê hatibû sûcdarkirin dîsa hat taloq kirin

Doza memosteyekî zanîngehê ku bi tawana tacîzkirina xwendekarên jin hatibû sûcdarkirin, cara sêyemîn li pey hev hat taloqkirin.

Mexrib – Piştî ku Serdozgeriya Komarê rapora têkildarî pisporiya teknîkî li ser telefona mamosteyê ku bi tawana tacîzkirina xwendekarên jin hatibû sûcdarkirin pêşkêş kir, dadgeha Asliyeyê ya Mexribê biryar da ku rûniştina sêyem bo heftiya bê were paşxistin.

Di rûniştina sêyem de tenê sûcdar (bi riya zoom) û yek ji xwendekarên jin ên ku rastî tacîzê hatibûn, amade bûn.

Li gorî daxuyaniya berê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Netewî ya Mexribê ku du xwendekarên jin ji aliyê mamoseteyekî zanîngehê yê 62 salî ve hatin tacîzkirin.