Li Mexribê doza jina ku ji aliyê 12 kesan ve hatibû tecawizkirin dîsa hat taloqkirin
Dadgeha Îstînafê ya Mexribê biryar da ku doza jina ji aliyê 12 kesan ve rastî tecawizê hat, careke din bê taloqkirin.
Mexrib - Dadgeha Îstînafê ya bajarê Benî Mellal ê Mexribê biryar da ku doza jina ku ji aliyê 12 kesan ve rastî tecawizê hatî, careke din bê taloqkirin. Di vê dozê de 12 kes bi tawana tecawiz, revandin û bazirganiya mirovan tên şopandin û rûniştina dawî ya dozê ji ber nebûna parastina bersûcan hat taloqkirin.
Doza jina ku li Mexribê ji aliyê 12 kesan ve hatibû tecawizkirin bala raya giştî ya navdewletî kişand piştî ku wêne û vîdyoyên wê di sala 2018'an de belav bûn û piştrast kirin ku ew hatiye revandin û ji hêla gelek kesan ve hatiye tecawizkirin, pişte bi çixareyê hatiye şewitandin û gelek deq li ser deverên cuda yên bedena wê hatine danîn.