Li Mexribê di meha Gulanê de 3 jin hatin qetilkirin
Li bajarê Xerîbeke yê Mexribê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ku berê karmendê ewlehiyê bû, hat qetilkirin.

Mexrib - Li Mexribê qetilkirina jinan zêde bûye ku di meha gulanê de 3 sûcên hovane yê qetilkirina jinan qewimîn. Herî dawiyê jî di 23'ê Gulanê de li bajarê Xerîbeke yê Mexribê jineke di 20 saliya xwe de ye ji ber nakokiyên malbatî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.
Kujer di mala xwe ya ku li navçeya Yasmîna a Bajarê Xerîbeke bi tivinga nêçîrê jina ciwan a 20 salî qetil kir ku mermî li serî û sînga wê dabû. Mêrê kujer hat girtin û rayedarên xwecihî û ewlekarî hatin cihê bûyerê û polîsên zanistî û teknîkî ji bo lêkolîna bûyerê hatin qadê. Her wiha cenazeyê mexdûrê ji bo otopsiya bijîşkî birin nexweşxaneya Hesen Duyem a bajarê Xerîbka.
Di nav mehekî de sê jin hati qetilkirin
Di vê mehê de ev sûc ne yê yekem e, di nav mehekê de li Mexrîbê sê jin hat qetilkirin. Ji beriya 4 rojan li parêzgeha El-Arayîş jinek li ser destê hevjînê xwe rastî lêdanê hat û jiyana xwe jidest da, her wiha di 4'ê Gulanê de li bajarê Wecda jinek ciwan ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû rastî tundiya fîzîkî hati û jiyana xwe jidest da.