Li Mexribê dê rêjeya jinan di xebatên aboriyê de bê zêdekirin

Hikûmeta Mexribê hewildide rêjeya jinan di xebatên aboriyê de bigihîne ji sedî 36’an.

Mexrib – Hikûmeta Mexribê civîneke mehane li parlamentoyê li dar xist û tê de avakirina komîteyeke niştimanî bi boneya vekirina atolyeyên ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de ragihand.

serokwezîr Ezîz Axanûş ragihand ku hikûmeta mexribê dixwaze rêjeya xebata aborî ya jinan bighîne ji sedî 36 û wiha pê de çû: "Bihêzkirina aborî ya jinan dergehek e ji bo bidestxistina wekheviya zayendî û gavek e ji bo baştirkirina nîşaneyên aborî û civakî ji bo bihêzkirina jinan ku dê rêjeyên mezinbûnê salane ji sedî 1 zêde bike. Ji bo bilindkirina astên mezinbûn û îstihdamê pêdivî bi dabeşkirina herî baş a veberhênanê heye bi çêkirina wê li ser bingehên qayimeyên neteweyî û piştgirîkirina hevgirtina jinan. Li gorî pêkhateyên aboriya neteweyî divê rêjeya çalakiya aborî ya jinan bigihêje ji sedî 36."