Li Mexribê bi platformek dîjîtal dê pirsgirêkên civakî werin nîqaşkirin

Li Mexribê Konseya Aborî, Civakî û Jîngehê platformeke nîqaşê ya dîjîtal a bi navê "Parve bike" vekir. Di platformê de mijara nîqaşa ewil tacîz bû lê dê di rojên pêş de li gorî pêdiviyên civakê mijarên din jî ji bo nîqaşê bên diyarkirin.

Mexrib– Konseya Aborî, Civakî û Jîngehê ku saziyek şêwirmendî ya serbixwe ya Mexribê ye, ji bo girtin, nîqaşkirin û şêwirmendiyê li ser mijarên bala welatiyên Mexribê bikşîne, platformek dîjîtal a bi navê "Parve bike" da destpêkirin.
Tê ragihandin ku di bin ronahiya nêrînên bi riya platforma "Parve bike" de, mijara yekem a ku tê nîqaşkirin îstîsmara zayendî ya li zanîngeh û kargehan e, di heman demê de armanca platformê vekirina pencereyek nû ya ramanê ji welatiyan re ye. Konseya ku destnîşan kir ji ber destdirêjiya zayendî nayê axaftin, mijareke ku nayê nîqaşkirin e, dest bi vê mijarê kirine, diyar dike ku ew difikire divê mijar ji tabûyê bê derxistin û bikaribe were nîqaşkirin.