Li Mexmûrê pîrozbahiya 1’ê Gulanê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê bi şahiyek hat pîrozkirin.

Mexmûr - Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê 1’ê Gulanê Roja Kedkar û K arkeran a Cîhanê bi şahiyek coş pîroz kirin. Beriya ku şahî were destpêkirin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya ku ji aliyê Qada Kedê ve hatî nivîsandin ji aliyê Hakim Benek ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Li hemberî dagirkeriya xaka Kurdistanê bi dehan şoreş û serhildan hatin destpêkirin lê negihiştin encamê. Lê di pêşengtiya Rêber Apo de şoreşek hemdem ku para xwe dide gelê xwe hat avakirin. Ji bo ku ev têkoşîn di wateya xwe ya rastî de bigihe encama xwe pêşengî û malûvanî ji çîna karker re hat diyarkirin û navê Partiya Karkerên Kurdistan li vê şoreşê hat kirin. Rêber Apo û rêhevalên ku damezrênerê vê partiyê ne bivê pêngavê berê bingehîn yê şoreşa azadiya Kurdistanê bi awayek saxlem danîn ku tevî hemu serdehatinên hêzên herêmî, navdewletî û îxanetkaran bi xweragirî û berxwedêrî her roja paştir şoreşê mezintir kir. Îro têkoşîna ku li ser bingehê paradîgma û felsefeya Rêber Apo û dibin pêşengtiya jina azad, kedkar, xebatkar û şervanên azadiyê de tê meşandin, têkoşînê zêdetir bi wate, ked û nirxtir dike. Divê neyê jibîrkirin bidestxistina nirxê kedê, maf, azadî, dadperweriyê dayîna têkoşînek rast û ji dil pêkane. Li hemberî modernîteya kapîtalîst pêşxistina pergala nûjen a Rêber Apo daxwaz dike ye.”

Piştî daxuyaniyê gruba mûzîkê ya Qereçox ji bo şêniyên wargehê stran gotin û 1’ê Gulanê li şêniyên wargehê pîroz kirin. Her wiha gruba mûzîkê ya Qereçox li gel Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND ya wargeha Mexmûrê stran gotin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.