Li Mexmurê mihrîcana 4’ê Nîsanê bi çoşêk mezin di dome
13’emîn Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Mexmûrê bi çoşêk mezin didome.
Musil- Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê saziya Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve tê li dar xistin, îsal 13 emîn mhrîcana çand û werzîşê ya bi vekirina pêşangehê destpê kirî, danê siharê ji aliyê meclîsa Îştar ve bi dar çandinê destpê kir. Pîştre xwendevanên dibistanên sereteyî, Navîn û Amadeyî bi awayek fermî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi alên xwe berê xwe dan qada Navenda Çand û Hunera Mexmûrê. Pîştî xwendevan û mêhavan kombûn ji bo tevayî cangoriyên Azadiyê deqeyek rêz hat girtin û merşa Netewî ji aliyê xwendevanên dibistana seretayî û hemû gel ve hat xwendin.
“Em vê mêhrîcanê diyariya Rêberê xwe dikin”
Pîştre li ser giringiya rojê mamosta Bêrîvan Kaya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Di destpêkê de em jî weke qada perwerdê roja 4’ê Nisanê destpêkê li Rêber Apo, girtiyên zindanan û li tevayî gelê ku daxwaza azadiya xwe dike pîroz dikin. Em vê mêhrîcanê diyariya Rêberê xwe dikin. Ji ber Rêberê me di vê rojê de ji dayik bûye, em vê rojê weke rojbûna gelê kurd dibinin. Em di pêavajoyek gelek giring de derbaz dibin dewleta Faşît ya Tirk bi êrîşî Şengal, Rojava û Mexmurê dike em ji bi van pîrozbahî û coşa gelê xwe me bersîvek tam da dijminê gelê Kurd. Em li vê derê 13’emîn mêhricana 4’ê Nisanê ji bo em li xwe û zimanê xwe xwedî derbikevin. Her sal weke kevneşopî em vê mêhrîcana çand û werzîşê li dardixwin em di wê hêviyê dene ku salên pêşîya me emê vê rojê bi rêberê xwe Rêber Apo re pîroz bikin.”
Pîştî axaftina mamosta Bêrivan Kaya pastaya ji bo rojbûna rêberê gelê Kurd hatî amadekirin hat birin. Pîştre ji koma dengbêjiyê û pêşbaziyên dengbêjiyê ya di navbera dibistanên seretayî de derket ser dikê.
Hejayî gotiniyê ku wê pîştî nivro jî mihrîcana 4’ê Nisanê bi pêşwaziyên werzîşî yên weke torbe, hêk, meşa mêrû, mast, pêşbirka govendê û pêşbirka zanistî ya di navbera dibîstanên seretayî de heta êvarî berdewam bike û pîşrtre ji wê encam werin xwendin.