Li Mexmûrê jinan li dijî tundiya mêr-dewletê meşiyan

Jinên waregah Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25 Mijdarê roja têkoşîna tundîtûjiya li ser jinê meşek girseyî li darxistin.

Mexmûr - Di çarçoveya kar û çalakiyên Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li ser Jinê de, îro di bin pêşengiya Meclîsa Îştar de meşek girseyî ya jinan hate li darxistin. Meşa jinan ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heya ber deriyê parqa Şehîd Aryen berdewam kir. Di meşê de dovîzên ku li ser dirûşmên ‘Bi ruhê jin a şoreşgerî, em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, posterên xuşkên Mirabel û pêşengên têkoşîna azadiya jin hatin bilind kirin, her wiha jinan dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind kirin.

Meşa ku heta ber deriyê parqa Şehîd Aryen dom kir, deqeyek rêz hate girtin, derbarê 25’ê Mijdarê de endama koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî û wiha got: “Ev 4 roj e li Rojavayê Kurdistanê dewleta tirk ya dagirker êrîşek ne merdane û dijmirovî dike. Em destpeke de ji Şehîdên Rojava re sersaxiyê dixwazin û j ibirindaran re jî şifayê dixwazin. Ev êrîş ne tenê erîşa dewleta Tirke êrîşek navnetewi ye, dema mijar dibe gele kurd û xaka kurdan cîhan hemû sê meymûan dilîze. Em van êrîşên dewleta Tirk û şîrêkê wan şermezar dikin. Gelê Kurd ev bi salane rastî van erîşan tên. Çawa ku şefê şer yê faşîst erdoxan di sala 2014’an di got Kobanê Ket û dikeve di qirika wan de man, wê êrîşên wan yên îro de jî di qirika wan de bimîne. Gelê Kurd ev 45 sale xwedi Rêberekê ye, ew kesên ku digotin dû Kurd nikarin werin gel hev Îro bune xwedi destkefti. Wê bi rondik û tilîliyên dayîkan; Erdoxan, dewleta tirk û hevkarên we têk biçe.”

 ‘Dijmin jî di her firsendê de jina ji xwe bawer û pêşeng dike hedef’

Nûran Sezgîn di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser têkoşîna jinê û wiha got: “Felsefe û fikrê Rêber Apo bu îro bû bi molyonan. Dema jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ji aliye rejima Îrane ve hate qetilkirin û serhildanek di pêşengtiya jinan de li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir, Îro ev dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye navnetewî. Dijmin jî di her firsendê de jina bi xwe bawer û pêşeng dike hedef. Ger îro jina Kurd bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî hemû erîşan rabûne ser piyan, eve ji hêza jinan ya ku Rêber Apo ji jinê re afirandiye û ev hêz ajina Kurd ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak û hêviyek. Ev hêza jinê mirov dikare bêje di encama şoreşa ku jinê jê re peşengî kiriye. Li ser vê esasî bxwyere ku di sedsala 20’an de li Domînîk rûda  û sê xûşkên Mîrabel hatin qetikirin, ev yek ji bo hemû jinên cîhanê bû sedemê têkoşînê û rêxsitinkirina jinan, rêxistina jinan ya li rojava YPJ û YJA Star ji bo hemû jinên cîhanê re bû mînak. Wê bi berxwedanî û têkoşîn jina Kurd tecrîta girankirî ya li Îmraliyê were hilweşandin. Em dibêjin wê azadiya jinê bibe azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Piştî axaftina koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn, kurte şanoyek ya bi navê ‘Jînim Jiyanim’ ji aliyê kevana zêrîn ve hatî amade kirin, hate nîşan dan.

Meşa jinên wareha penabera a Mexmûrê bi dirûşmên ‘Jin jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jinê’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.