Li Mexmûrê ji bo 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn

Akademiya Şehîd Jiyan ya wargeha penaberan a Mexmûrê der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de semînerek da xwendevanên dibîstana amadeyî.

Mexmûr - Di çarçoveya kar û çalakiyên meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, Akademiya Şehîd Jiyan ya Mexmûrê semîner da xwendevanên dibistana Amadeyî. Semîner li lokalê hate dayin, beriya semîner destpê bike ji bo pêşengên têkoşîna azadiya jinê deqeyek rêz hate hate girtin.

‘Tundîtûjî li ser civakê tê kirin’

Di semînerê de mamostaya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî û wiha got: “Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” jin rabûne ser lingan. Êdî civak jî dizane azadiya civakê bi azadiya jinê gengaz e. Tenê tundîtûjî li ser jinê em bigrin dest nabe, di roja me ya îro de tundîtûjî li ser civakê tê meşadin. Dewlet tudîtûjiyê di kesayeta jinê de li ser hemû civakê dide meşandin. Ji bo em bikarin pêşî li tundîtûjiya ku li ser jinê tê meşandin em bibin xwedî agahî û hîşyar bin û civaka xwe jî hişyar bikin. Encax bi hişyarbûn û perwerdekirinê em dikarin pêşî li tundîtûjiya li ser jinê bigrin.”