Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 70'emîn didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 70’emîn û bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 70'emîn û bi biryardariyek mezin didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 69’emîn Evdilrehman Yurek axivî.

Evdilrehman Yurek, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn armanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser Serokatî ye. Serokatî ya me ev 25 salin di bin tecrîdek giran de ye û ev 40 mehin agahî nay girtin. Serokatî di dîroka mirovahiyê de rolek girîng dilêyze. Ger gelê cîhanê gihiştî be vê rojê, ev yek bi saya Serokatî pêkhat. Lewma dixwazin bi tecrîdê têkiliya gel û Serokatî qûtbikin. Rizgariya gelê Kurd û cîhanê fikir û felsefeya Serokatî ye.”

Evdilrehman Yurek, di dawiya axaftina de bang li tevayî gelê Kurd û cîhanê kir ku xwedî li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.