Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 105’emîn didome

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 105’emîn didome.

Mexmûr- Çalakvanên çalakiya Nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 105’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 104’emîn Hisên Kara axivî.

‘Pêwistê demil dest Rêbertî fîzîkî azad bibe’

Hisên Kara, diyar kir ku yekane armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Ev 26 sal in Rêbertî di bin tecrîdek giran de ye. Di 28’ê Kanûnê de bi Rêbertî re hevdîtinek pêkhat. Ev yek cihê keyxweşiyê ye. Lê ev netêrker e. Pêwistê demil dest tecrîd rabe û Rêbertî fîzîkî azad bibe.”

‘Yekane riya çareseriya pirsgirêkan Rêbertî ye’

Hisên Kara, balkişand li ser êrişên dewleta Tirk û got: “Êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê û li dijî Gerilayên Azadiya Kurdistanê didome. Li dijî êrişan berxwedanek mezin heye. Dewleta Tirk jî dizane ku yekane riya çareseriya pirsgirêkan Rêbertî ye. Em ê wek gelê Kurd heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.