Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 85’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 85'emîn bi biryardariyek mezin didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 84’emîn Axîn Nerexî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

”Wek tê zanîn ji no misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10'ê Cotmeha 2023'an de Kampanya "Ji Rêber Apo're azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat destpêkirin. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bi dest bixin, di çerçoveya vê Kampanyayê de têkoşîna xwe mezin dikin. Wek gelê Wargeha Mexmûrê ku bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyan dikin, di vê Kampanyayê de rol û misyona herî mezin dikeve li ser milê me.  Bi taybetî wek ciwanên Apo'yî li beramberê rewşa Rêber Apo, em xwe berpirsyarî yekem dibînin.

‘Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Heta tecrîda li ser Rêber Apo neyêşikandin, pirsgirêka gelê Kurd jî naye çareserkirin. Ji bo na vê jî, ji bo şikandina vê tecridê çi erk û berpirsyartî dikeve ser milê me, wek ciwanên Apo'yî em ê bê dudilî û bi awayê herî radîkal pêkbînin. Em bang li jin, ciwan û giştî mirovên azadîxwaz dikin ku dengê xwe bilind bikin û ji tecrîdê re bêjin “Bes e”. Êdî Dem Dema Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 85’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.