Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 380’emîn de bi dewirgirtina koma 75’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Çalakî di roja xwe ya 380’emîn de bi dewirgirtina koma 75'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 74’emîn Ezîme Avyanî axivî.

Ezîme Avyanî, balkişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Çalakiya Nobetê ya me bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, bi biryardariyek xurt didome. Tecrîda li ser Rêber Apo rojê tê kûrkirin. Tu maf ji bo Rêbertiya me nayê dayîn. CPT’î hevkarê tecrîdê ye. Divê em wekî gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derbikevin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û 'Bijî Berxwedana Îmralî' dawî bû.