Li Mexmûrê belavokên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat hate belavkirin

Li Wargeha Mexmûrê belavokên 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a di 11’ê Nisanê de dest pê kir, li kolan û dikanên wargehê hate daliqandin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), di sala 2015’an de ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve ji bo bîranîna rojnamevan Denîz Firat a di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da, her du salan carekê Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê li dar xistin.

Îsal jî 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat di 11’ê Nisanê de dest pê kir. Pêşbirka îsal, diyarî cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê Sara Hogir Ruha, Bîşeng Brûsk ên di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan û rojnameger Seyît Evran ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, tê kirin. Hêjayî gotinê ye merasîma 6’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat jî wê di 8’ê Tebaxa 2024’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk were.

Bi vê boneyê îro ji aliyê komîteya Amedekar a pêşbirkê ve belavokên Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ve li kolan û dikanên li Wargeha Mexmûrê hate daliqandin.

Kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin heta Hezîrana 2024’an berhemên xwe dikarin bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.

Navnîşanên serlêdanê;

E-Mail: [email protected]

Instagram: Pêşbirka Ş.Denîz Firat

hejmara telefonê: +964 751 842 55 76

Facebook: Peşbirka Ş Denîz Firat

X: Pêşbirka Ş.Denîz Firat