Li Mexmûrê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Şaredariya Mexmûrê bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Bi hişmendî û feraseta pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” emê kedê bi rêxistin bikin da ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran Şaredariya Mexmûrê daxuyaniyek da û bi şahiyekê 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Amara Bulut daxuyanî xwand.

Karker hertim rastî bê mafiyê tên

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku pergala sermayedaran xwe li ser keda kedkaran dide jiyan kirin û wiha hat domandin: “Çînek sermayedar ku bi pergala kapîtalîzmê serweriya xwe li cîhanê belav kiriye û civak kiriye kolê xwe hema hema 24 demjimêran civakê ji xwe re dide xebitandin. Tê zanîn li her deverê cîhanê gelek kedkar pirskirêk û bê mafiyên cur  be cur re rû bi rû dimînin. Ji ewlehiya kar bigire heta li beramberî kêm muçe wergirtinê de gelek zehmetiyan dikşînin. Ruxmê wan şertên gîran dîsa jî ji bo debara jiyana xwe bi mîlyonan insan wan şertan qebul dikin.”

Heta newekhevî ji holê ranebe wê têkoşîna me bi dawî nebe

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pergal kedê mirovan di dize û zarokan ji bo xwe kar tîne, lewra êdî di temenên biçûkde zarok dibin karker. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Beşek berbiçav ya kedkaran zarokin. Lewra zor û zehmetiyên wan gelek dijware û rewşa ku ew têde dijîn hîn xetertire.  Her çiqas kedkar xwedî sendîqa bin jî lê dîsa gelek cara muhatap nayên girtin, bi hinceta keyfî tên darizandin û di pêşiya rêxistinbuna wan de jî astengî hene. Heta ku bê mafî û newekhevî ji holê ranebe wê têkoşîna me bi dawî nebe. Bi vê zanabun û çarçoveya  ‘Civaka Aştî Demokratîk’ de em kedê bi rêxistin bikin da ku em azadiya fîzîkî ya karkerê herî mezin azadiya Rêber Apo pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê tevahî endamên saziyên wargehê û gelê wargehê govend gerandin û piştî govendê jî endamên şaredariyê û kedê lîstoka kêlanê lîstin.