Li Mexmûr pirozbahiya Newrozê

Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi coşek mezin û şahiya bi heybet pîrozbahiya newrozê destpê kir.

Mexmûr- Şêniyên warega penaberan a Mexmûrê  isal bi coşek mezin Newroz pêşwazî kirin, îro jî hemû gel bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dan cihê şahiyê û şehiyek bi heybet ya Newrozê li dar dixin. Beriya şahiya Newrozê destpê bike hemû xwendavênên wargehê bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin cihê şahiyê. Li ser giringiya roja Newrozê Hevserokê Meclîsa Gel Mamosta Yusuf Kara axivî, Yusuf Kara di axiftina xwe de bal lê kişand ku newroza vê salê dê bibe newroza azadiyê.  

Piştî axaftinan koma muzikê ya Navenda Çand û Hunerê derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand.

Pîrozbahî bi coş û kelecanek mezin berdewam dike.