Li Meletiyê bi pileya 4.1 erd hejiya

Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê di saet 08:44’an de bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû.

Meletî- Di serê sibehê saet 08.44’an de li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû.

Li gorî agahiyên ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD); navenda erdhejê navçeya Battalgaziyê bû û bajar bi pileya 4.1 hejiya. Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.