Li Lubnanê pîrozbahiya cejna Newrozê

Li Lubnanê cejna Newrozê bi pêşengiya jinan û tevlîbûna gelek pêkhateyan hat pîroz kirin.

CAROLIN BAZZI

Lubnan – Li Lubnanê pîrozbahiya Newrozê bi rengîniya gelek pêkhateyan hat kirin. Her pêkhate bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî Neworê bûn û bi rengê xwe cudabûna xwe nîşan dan. Jinên pêşengî ji organîzekirina pîrozbahiyê re kirin ji ajansa me re qala giringiya cejna Newrozê ji gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn ku weke çanda berxwedanê ji kevin de hatiye kirin. 

Li ser amadekariyên civaka Kurdên Lubnanê ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê, endama Kongra Star a Lubnanê Netewî Xemgîn wiha got : “Me kartekên vexwendinê ji hemû pêkhateyên Lubnanê re şand da ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Newroz ji bo me roja nû, roja serketinê û pêkvejiyana gelane. Her çend Lubnan di tengasiyên aborî re derbas dibe û di tengasiyên siyasî û civakî de ye, lê ev roj ji bo me temsîla azadî û demokrasiyê ye, ji lewra pîrozkirina vê rojê ji bo me tevan giringe. Em weke gelê Kurd hewl didin li ser hîmê netewa demokratîk xwe li her devera lêbin rêxistin dikin. Newroz jî semboeke ji kevinde bi çanda berxwedanê hatiye pênasekirin û bi berxwedana nûjen re wateyên cuda girtiye. Ji lewra pîrozbahiya vê rojê ji bo me giringe û em cejna Newrozê li her kesê pîroz dikin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê Meyda Erebo jî got, “Newroz cejna azadî û berxwedanê û têkoşîn û fedakariyê ye. Bi vê boneyê di serî de em vê cejnê li Rêberê xwe Abdullah Ocalan û hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe wesîleya bilindkirina têkoşînê û azadiya Rêber Ocalan."

Endama Komeleya Çanda Newrozê Sefînaz Mistefa jî bal kişand ser yekitiya gelan a di Newrozê de û wiha got: "Em gelê Kurd û gelê Lubnanê bi hev re ne. Hêvîdar im welatê me bibe yek, şer li her derê bi dawî bibe û em vegerin bajarê xwe Efrînê.”

Endama Encûmena Serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Şervîn Cûdî jî amaje bi lêv kir ku Newroz cejna sereke ya gelê Kurd e û gelê Kurd ji bo vê rojê gelek berdêlên giran dane.

Endama Kongra Star Semîra Bekir jî derbarê çîroka Newrozê de wiha got: "Mebesta me pîrozkirina roja nû Newrozê ye. Her sal berxwedana gelan a li hemberî neheqiyê zêdetir gur dibe. Em hêvîdar in ku îsal jî li hemberî dijminê me û dijminê mirovahiyê berxwedana tê dayîn bigihe lutkeyê. Me weke gelê Kurd gelek êş kişandiye, em dixwazin mafê xwe û axa xwe bi dest bixin. Rm têdikoşin û piştgiriya hemû gelên bindest dikin, ji ber ku em êş û azarên wan hîs dikin. Newroz ji bo me tê wateya roja serketin, yekîtiya hemû mirovahiyê."