Li Lubnanê krîzek xwarinê ji bo 1.15 milyon kesan heye

Netewên Yekbûyî hişyarî da ku milyonek kes li Lubnanê bi nebûna xwarinê ku di asta krîzê de û rewşeke hîn jî xerabtir re rûbirû ne. Li gorî texmînan ev hejmar dê heta nîvê sala 2027’an ji ber xirabûna aborî ya berdewam, bigihîje 1.15 milyonî.

Navenda Nûçeyan- Li Lubnanê krîza xwarinê ji ber hilweşîna giran a aborî û kêmbûna hêza kirîna welatiyan bi awayekî tund xirabtir bûye. Bi zêdebûna berdewam a bihayên kelûpelên bingehîn û kêmbûna piştgiriya hikûmetê, beşên mezin ên civaka Lubnanê bi zehmetiyên zêde re rûbirû ne.

Zêdêtirî milyonek kes bê ewlehiya xwarinê re rûbirû ne

Cîgirê Berdevkê Netewên Yekbûyî roja 11’ê Mijdarê diyar kir ku zêdetirî milyonek kes li Lubnanê niha bi bêewlehiya xwarinê ku di astên krîzê de yan jî girantir e re rûbirû ne û pêdivî bi tedbîrên lezgîn heye.

Her wiha diyar kir ku ji ber bêîstîqrariya berdewam, zextên aborî û xirabûna şert û mercên jiyanê, tê payîn ku ev hejmar heta nîvê sala 2027’an bigihîje 1.15 milyon kesan. Destnîşan kir ku ev texmîn xwe dispêrin analîza herî dawî ya ku ji hêla Wezareta Çandiniyê ya Lubnanê ve di çarçoveya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) de hatiye kirin.

Analîza IPC texmîn dike ku 1.05 milyon kes, an jî  jisedî 21’ê nifûsa ku di analîzê de cih digre dê di navbera Îlona borî û Sibata li pêş de bi bêewlehiya xwarinê ku bigihîje asta krîzê yan jî xerabtir e re rûbirû bimînin. Ji van tê payîn ku 52,000 kes bi rewşên awarte re rûbirû bimînin.

Fikar didomin

Tê texmînkirin ku heta nîvê sala 2027’an, rêjeya kesên di asta krîzê yan rewşên girantir de dijîn dê bigihîje ji sedî 24 (1.15 mîlyon kesan.) Di heman demê de hejmara kesên ku bi rewşên awarte re rûbirû ne dê bigihîje 97,000 ku hema bibêje du qat hejmara heyî ye.

Berdevkê NY’ê diyar kir ku rewşa bi fikar li deverên ji şer bi bandor dibin, bi taybetî li Başûrê Lubnanê û herêmên xeternak ên wek Akkar û Baalbek berdewam dike û got ku zirara li erdên çandiniyê û hebûnên hilberîner, sînordarkirinên li ser gihîştina erdê, astengkirina çalakiyên çandiniyê û mesrefa zêde ya hilberînê berdewam dikin, ev yek jî debara cotkaran têk dibe û bandorê li dahat û dabînkirina xwarinê ya malbatên li gundan dikin.