Li Lîcê bertekên li dijî tacîza zayendî: Emê hesab bipirsin

Li Lîcê kiryarê bi navê AÇ. Tacîza zayendî herî kêm li 8 zarokan kir. Kiryar hate girtin. DEM Partî diyarkir ku tiştên hatî jiyîn parçeyek ji polîtîkayên şerê taybete û got: “Ki be bila bibe wê hesab bide.”

Amed – Kesê bi navê A.Ç. ku li gundê Karahasan ê navçeya Lice ya Amedê dikandarî dikir, tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir. Piştî bûyer derketî holê, A.Ç., di 2’yê Çileyê de hate girtin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê têkildarî bûyerê li pêşiya avahiya Rêxistina Liceyê daxuyanî da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hevşaredarên navçeyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.

‘Wê hesab bidin civakê’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di daxuyaniyê de wiha got: “Kesek nikare destê xwe dirêjî zarokên me bike. Bila destên xwe yên qirêjî ser zarokên me bikişînin. Zarokên me, pêşeroja me ne. Em naxwazin bi tiştên bêexlaqî pêşeroja zarokên me tarî bikin. Mezinên me dîroka me lê zarokên me pêşeroja me ne. Destên xwe yên qirêjî ser zarokên me bikişînin. Kî dibe bila bibe dê rojekê hesabê bide. Dê hesabê bidin van zarokan, malbatên wan û civakê. Em ê vê bûyerê bişopînin. Dê xwedî li zarokên xwe derkevin. Ji bo avakirina civakeke biexlaq me bedel da. Em ê li cem zarokên xwe bin.”

Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Ev 40 sal in em têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Li Kurdistanê hinek navçe, hinek cih hene ku tu caran dev ji têkoşînê bernedane. Yek ji wan navçeyan jî Lice ye. Lice, dîroka xwedîderketina li ziman û çanda xwe ye. Dewletê, dagirkeran xwestin bi êrişên xwe çand, ziman û dîroka me tune bikin lê nekarîn. Lê şerê xwe yê taybet ê qirêjî li dijî zarokên me didomînin. Bi destê dewletê fihûş û tiryakê belav dikin. Zarok û ciwanên me, pêşeroja me ne. Destên xwe ser zarokên me bikişînin. Em vê qebûl nakin.”