Li Lahijê di encama bombebarana Hûsiyan de 7 sivîl hatin kuştin

Li Yemenê êrîş û bombebarana bêserûber a Hûsiyan a li ser deverên niştecîbûnê didome. Di encama êrîşa li bazara Rebû ya Lahijê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Li deverên cûrbecûr yên Yemenê binpêkirinên Hûsiyan a li dijî sivîlan didome û hejmara kesên ku ji ber bombebarana bêserûber û hedef girtina rasterast a deverên niştecîbûnê jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. Ev êrîşan, nîşan didin ku metirsiyên ku gef li jiyana sivîlan dixwe roj bi roj berfirehtir dibe.

Di 18’ê Îlonê de di encama bombebarana Hûsiyan a li dijî bazara Rebû ya li herêma Muqatira ya Lahijê ya li ser sînorê bajarê Taizê de 7 sivîl hatin kuştin û zarokek jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, bombebaran rasterast bazara ku sivîl lê hebûn, hedef girt. Di êrîşê de Raad Îsa Îbrahîmê 9 salî jî di nav de 7 kes mirin. Pismamê Raad jî di êrîşê de birîndar bû.

Çavkaniyan, ragihandin ku bombebaran dema ku her du zarok piştî serdana bazarê vedigeriyan malê, pêkhatiye. Di encama êrîşê de zarokek mir û yê din jî birîndar bû.

Ev êrîş, di demekê ku Hûsiyan bi domdarî deverên niştecîbûnê û civakên sivîl bi bombebaran hedef digre de pêkhat. Ev êrîşan, zarok jî di nav de jiyana sivîlan dixe di bin xeteriyek cidî de.