Li Kongoyê şewata malê li dibistanan belav bû: 29 xwendekar mirin
Li bajarê Bukavuyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê, şewata ku ji malekê dest pê kir û derbasî du dibistanan bû, bû sedema karesatê. 29 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û 25 xwendekar jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Hejmara xwendekarên ku ji ber agirê ku li Bukavu, paytexta parêzgeha Kivu Başûr li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê (DRC) di malekê de dest pê kir û belavî du dibistanan bû jiyana xwe ji dest dane wekî 29 kes hat ragihandin.
Li gorî nûçeyên ku di ragihandinê de hatiye parvekirin, agirê ku li malekê li taxa Cimpunda ya navçeya Kadutu ya li Bukavuyê dest pê kir, belavî dibistanên seretayî yên Ujamaa û Furaha bû. Di şewatê de 29 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û 25 xwendekar jî birîndar bûn, ku 4 ji wan bi giranî bûn.
Hat ragihandin ku her du dibistan, ku ji dar hatibûn çêkirin, bi tevahî wêran bûn û zêdetirî 300 xanî li deverên derdorê bêkêr bûn. Li gorî agahiyan, agirkujan agir kontrol kirin.