Li Komeleya Ciwanan a Anadolu 13 zarok rastî êrişa zayendî hatin

Derket holê ku li Komeleya Ciwanan a Anadolu ya Şaxa Mêrdînê ku bi nêzikbûna xwe ya bi Partiya Saadet re tê zanîn 13 zarok rastî tacîza zayendî hatine.

Navenda Nûçeyan- Derket holê ku li Komeleya Ciwanan a Anadolu ya Şaxa Mêrdînê ku li navçeya Artûklûyê ye û nêzî Partiya Saadetê tê zanîn, 13 zarok rastî tacîza zayendî hatine. Hat zanîn ku di navbera salên 2022-2023’yan de zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 14 salî de bû dema diçûn komeleyê ji aliyê nûnerê komeleyê M.S.D. ve rastî tacîza zayendî hatine.

Bi gotina zarokan bûyer derket holê

Li gorî nûçeya di ajansa nûçeyan a Mezopotamya (MA) de cih girt; bûyer dema yek ji zarokan ji dayika xwe re dibêje derketiye holê, zarokên din jî tiştên hatine serê wan ji malbatên xwe re dibêjin. Li ser giliya malbatan di 6’ê Mijdara 2023’yan de lêpirsîn tê destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de M.S.D. tê binçavkirin û paşê jî tê girtin.

Malbata 11 zarokan gilî nekir

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê berdewam dike, di îdeanameya der barê bûyerê de hat amadekirin de ji sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya li hemberî gelek zarokan” doz vekir. Di îdianameyê de zarokan diyar kir ku ew ji bo bilîzin, dersa olî bigirin û hinek aktîvîteyên civakî bikin çûne komeleyê û dema ew bi lîstikê dilîstin M.S.D. tacîza zayendî li wan kiriye. Zarokan giliyê M.S.D. kirine û ji bilî du malbatan 11 malbatên zarokên din gilî nekirine. M.S.D. diyar kir ku ew li Saziya Wargehên Krediyê karê ewlekariyê dike û 20 sal in têkiliya wî bi wê komeleyê re heye û di parastina xwe de jî îdia kir ku wî tu sûc nekiriye.

 Danişîna ewil di 9’ê Tîrmehê de hat dîtin

Danişîna ewil a dozê di 9’ê Tîrmehê de hat dîtin. Di danişînê de M.S.D. amade bû, malbat û parêzerên zarokan jî beşdarî danişînê bûn. Aliyên dozê di danişînê de parastin kirin û ewraq hatin xwendin.

Paşê şandeya dadgehê biryar eşkere kir û der barê M.S.D. de biryara berdewamiya girtina wî da û danişînek din taloqî 7’ê Tebaxê hat kirin.