Li Kobanê panel: Nenavendîbûn û beşdariya jinan bingeha avakirina pêşerojê ye
Ofîsa Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk li bajarê Kobanê panêlek girêdayî geşedanên kul i Sûriyeyê rû didin û ji bo balkişandina ser rola jinan di pêşeroja welêt de, li darxist.

Kobanê – Ofîsa Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) îro li bajarê Kobanê yê kantona Firatê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panêlek bi sernavê ‘Ji nenavendîbûnê heya destûra niştimanî ber bi hevkariya çalak a jin di seberoja Sûriyê de’ li darxist. Ev panel girêdayî geşedanên siyasî yên niha li Sûriyeyê tên jiyîn û nakokiyên di çarçoveya destûrî, pergala nenavendîbûnê û rola jinan di avakirina pêşeroja Sûriyê de, hat birêxistinkirin.
Di panêla ku li hola Ronîwar hat li darixstin de, bi dehan siyasetmedar, rewşenbîr, aktîvîst, parêzer, dadwer, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan amedebûn.
Panêl li ser du mijarên sereke hat birêve birin ku seroka Ofîsa Jin Cîhan Xidro mijara “Nenavendîbûnê û rola jinan di nav de”, her wiha parêzer Ferhad Baqir jî mijara “Destûra Sûriyê” pêşkêş kirin. Panêl bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre endama Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Bêrîvan Hesen axivî.
'Ji bo nîqaşkirina pêşeroja Sûriyeyê'
Bêrîvan Hesen armanca wan a rêxistinkirina panelê bi van gotinan anî ziman: “Armanca me ji rêxistinkirina panelê ew e ku weke pêkhateyên Sûriyeyê di pêşeroja xwe, pergala nenavendîbûnê a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avakirina Destûreke ku nûnertiya hemû pêkhate û etnîseyên Sûriyê bike deç cih bigrin.”
'Daxwaz avakirina Sûriyeyek nenavendî û demokratîk e'
Bêrîvan Hesen girêdayî rewşa Sûriyê û geşedanên ku rû didin wiha dewam kir: “Bandora hêzên ji derve li Sûriyê gelek mezin e. Her wiha kiryarên bê berpirs ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve li parevan û Suweyda pêk hatin, di heman demê de gefên niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên jiyîn, rojeveke girîng e. Wek MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha jî me her tim behsa aştî û aramiyê kiriye, her wiha daxwazên xwe yên avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk bilêv kiriye. Ev daxwazên me her tim weke daxwaza parçebûnê hatiye pênase û rojevkirin. Projeya me ya demokratîk ku di 2012’an de bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re destpê kir, her tim teqez kiriye ku em bi vê gavê re yekîtiya Sûriyê ava bikin.”
'Nenavendîbûnê û rola jinan di nav de'
Piştre Cîhan Xidro di çarçoveya mijara pergala Nenavedîbûnê û rola jinan de anî ziman “Kombûna me di vê pêvajoyê de peymanên siyasî yên girîng radighînin. Her wiha li me ferz dike ku em bi pêşeroj û çawaniya parvekirina rêvebirinê bifikirin.”
Cîhan Xidro ku di beşa xwe de bal kişand ser girîngiya pêkanîna pergaleke nenavendî di Sûriyê de ku maf û rola jinan de nav de were misogerkirin û bi vê gavê jî ber bi avakirina Destûrekî ku nûnertiya hemû pêkhate, netew, etnîse û beşên civakê bike.
Paşê beşdarvanên panelê nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman ku li ser bandora pêkanîna pergaleke nenavendî û çalakirina rola jinan di avakirina pêşeroja Sûriyê de, tekez kirin.
Ji aliyê parêzer Ferhad Bqir ve jî mijara Destûra Sûriyê hat vegotin ku careke din nêrîn û pêşniyar ji beşdarvanan hat girtin.
'Divê destûrek li gor rastiya civaka Sûriyeyê bê avakirin'
Di dawiyê de nêrîn û pêşniyarên derketin weke pêşnûmeya avakirina nexşeriya xebatên MSD’ê yên di pêvajoyê de hatin destgirtin ku pergala nenavendîbûnê û beşdarbûna jinan weke pêdiviyeke sereke ya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî hat ziman ku divê di heman demê destûreke li gor rastiya civaka Sûriyê a pirrengî were avakirin.