Li Kobanê kêliyên ji seferberiyê: Vîna me ji pola ye

Jinên kantona Kobanê ji bo seferberiya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin karûbarên xwe dimeşînin. Jinên Kobanê yên bi amadekirina xwarinan piştgiriyê didin şervanan dibêjin: “Kes nikare vîn û îradeya me bişkîne.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê - Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser bendava Tişrîn, pira Qereqozaq û gundewarên kantona Kobanê ku di 8’ê Kanûnê de dest pê kirine, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Parstina Jin (YPJ) li eniyên şer berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Şervan bi berxwedanî û têkoşîna xwe dîrok û efsaneyan dinivisînin. Rêveberiya Xweseriiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrîşan seferberî ragihand. Li Kobanê ya ku rojane bi gef û êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye mirov li hemû kolan, tax û qadan rengê seferberiyê dibîne. Her kes, çi ji destê wê bê ji bo seferberiyê dike. Gelê Kobanê bi pêkhateyên xwe tevli seferberiyê bû ji rakirina çekan bigre heya parastina herêmê, hemû kes di nava liv û tevgerê de ne.  

Jinên Kobanê jî ji roja ku êrîşan li herêmê dest pê kirine ve heya vê kêliyê bi riya amadekirina xwarinan ji şervanên xwe re li eniyên şer in. Der barê amadekirina xwarinan û piştgiriya dayikan ji zarokên wan re, jinên Kobanê ji ajansa me re axivîn.

‘Li eniyên şer efsaneyên dîrokî tên nivîsandin’

Fatimê Ismaîl ku ji gundê Termîk e der barê berxwedana QSD û YPJ de ku li eniyên şer têkoşîna dîrokî dinivîsînin wiha dibêje: “Em piştevaniya şervan û zarokên xwe dikin. Ji roja ku êrîş dest pê kiriye ve em di wê baweriyê de ne ku zarokên me wê ji bo parastina axa xwe li ber xwe bidin û tu car nehêlin xaka me bê dagirkirin. Dayikên Kobanê jî li malê rûneniştin û ji bo piştgiriya zarokên xwe her amade ne. Hinek jin xwarinê ji şervanan re amade dikin û dişînin, hinek ji wan jî çek rakirine ser milên xwe û di parastina taxên xwe de erkdar in. Berxwedanî û parastina welat erka gel e. Em li pişt zarokên xwe ne û tu car gav paşve navêjin, ji ber ew şervanên azadiyê û rûmetê ne. Şervan bi xwîna xwe li eniyên şer dîroka berxwedanê dinivîsînin.”

‘Em piştgiriya şervanên xwe dikin’

Hêvîn Ismaîl piştevaniya xwe ji şervanên xwe re diyar kir û wiha vegot: “Em xwarinê ji bo şervan û zarokên xwe amade dikin. Çi ji me bê xwestin ji bo parastina welat ji dagirkeriyê em amade ne. Bi vê rengê em piştgiriya berxwedana Kobanê dikin. Amadekirina xwarinan li hemberî berxwedan û têkoşîna şervanan li eniyên şer ne tiştek mezin e lê ji bo piştevaniya wan em her dem amade ne. Ji roja ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî bendava Tişrîn, pira Qereqozaq û gundewarên Kobanê kirine ve heta niha, jin di nava liv û tevgerê de ne û li pişt zarokên xwe ne.”

‘Li hemberî êrîşên qirkirinê pêwîstî bi hevgirtinê heye’

Hêvîn Ismaîl di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku çawa DAIŞ’ê li Kobanê têk birin wê planên dagirkeriyê jî têk bibin û got: “Berxwedana 2014’an a Kobanê îro xwe dubare dike, wê demê her kes li pişt hêzên xwe bû. Xwarinê ji wan re amade dikirin, birîndar tedawî dikirin û moralê şervanan bilind dikirin. Niha jî gel û şervan dîsa bi vê moral û berxwedanê li hemberî êrîşan têdikoşin. Bi ruhê tekoşînê di berxwedana Kobanê de DAIŞ têk çû. Îro jî bi vî ruhê em li hemberî êrîşên dagirkeriyê disekinin. Pêvajoya ku niha gelê Kurd tê de derbas dibe pêdivî bi hevgirtinê heye. Ji bo ku pêşî li dagirkeriyê bigirin ev esas e. Yekbûna gelan wê planên dagirkeriyê têk bibe. Sekna şervan û gel di van êrîşan de diyar e dê tu kes nikaribe vîn û îradeya me bişkîne.”