Li Kobanê DAIŞ'ê têk bir: Aqûbet li serê dewleta Tirk e
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê ya di 2014’an de li hemberî êrişên DAIŞ’ê yê li ser Kobanê şer kir, îro jî li hemberî êrişên dewleta Tirk di eniyên berxwedanê de cihê xwe digire. Şeyda Kobanê dibêje: “Em ji vîna xwe bawer in, em ê rê nedin dagirkeriyê.”
NÛJÎN SERXWEBÛN
Tişrîn – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha bê navber êrişî Bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakûr Rojhilatê Suriyê û hêzên parastinê bi rûhê şerê gelê şoreşgerî berxwedaniyek dîrokî nîşan didin. Di nava vê berxwedaniya dîrokî de şervanên YPJ’ê jî bi awayekî çalak cîh digrin.
2014’an li dijî DAIŞ’ê şer kir, niha li dijî dewleta Tirk di refên berxwedanê de ye
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê, yek ji van şervanan e. Di sala 2014-2015’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kirin, li hemberî terorîzma DAIŞ’ê bi awayek çalak di sengerên herî pêş de cihê xwe girt. Îro jî li eniyên berxwedanê yên Bendava Tişrînê, ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, parastina welatê xwe dike. Şeyda Kobanê, derbarê biryardariya li êniyên berxwedanê yên Tişrînê de wiha got: “Eger dewleta Tirk ji teknîka di destê xwe de bawer be, em şervanên YPJ’ê, YPG’ê û QSD’ê jî, ji vîna xwe bawer in. Di nava şert û mercên pir giran de şerekî pir dijwar tê meşandin. Lê disa jî, beramberî her cûre êrişên dewleta Tirk a dagirker emê yek gavek jî paş de navêjin û emê navêjin jî. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrişî me dike. Lê ev êrişên dagirkeriya Tirk, nikare bandorê li îradeya me bike.”
‘Dewleta Tirk rastiyan berevajî dike’
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê ji bo çapemeniya dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê ku bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk rastiyan berevajî dikin jî wiha got: “Erdoxan li ser dezgehên xwe yên ragihandinê dibêje ku YPJ’ê û QSD’ê li Tişrînê tune kirine. Lê ya rast dewleta Tirk têk çûye, em li vir in û em li ber xwe didin. Em li eniyên Tişrînê li hemberî dewleta Tirk şer dikin û berxwedaniyek dîrokî dimeşînin. Em tu car tune nabin. Dewleta tirk li hemberî me bi teknîka xwe şer dimeşîne. Di heman demê de heb û derziyên hişbirê didin çeteyan da ku li hemberî me şer bikin. Lê em ji xwe bawer in, emê heta dawî têbikoşin. Ji ber ku em dizanin em ji bo çi şer dikin, em ji bo parastina gel û welatê xwe şer dikin. Em bi salan e bi hovîtiya dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ne. Lê em bi rûhekî yekgirtî yê pêkhatên ku li Bakûr Rojhilatê Sûriyê dijîn, hemû êrişên dewleta Tirk vala derdixin.”
‘Gelê me sedema têkoşîna me ye’
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê balkişand ser êrişên hovane yên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bêyî ku bêje zarok, kal û pîr û jin in, êrişî gelê me dike. Dewleta Tirk a dagirker tu pîvanên şer nasnake û bi awayekî hovane êrişî me û gel dike. Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên hovane re dibêje qey dibe hebûn. Bila ew bi xwe were li hember me şer bike. Îradeya me xurt e. Emê heta dawiyê ji bo gelê xwe li ber xwe bidin. Gelê me piştevaniya me ye, em jî piştevaniya gelê xwe ne. Emê tola gelê xwe li erdê nehêlin. Rojane dibêje me Tişrîn stendiye. Dewleta Tirk destek dide komên çete û rojanê qetlîman pêk tînin. Her ku dewleta Tirk êriş dike, em bi hêrseke hîn mêzintir şerê xwe dimeşînin. Mîna şervaneke ku di berxwedaniya Kobanê de cih girtî, emê cardin tekoşîna xwe bidomînin. Emê nehêlîn dagirker werin ser axa me. Peyama me ew e ku dem dema berxwedaniyê ye, em bang dikin ku herkes cîhê xwe di cenga berxwedaniyê û cenga şehîdan de bigrin.”