Li Kîlîsê 3 zarok û jinek hate qetilkirin

Li Kîlîsê Yufus Kuvara yê tê gotin koçber in Merve Kuvara ya pê re zewicî bû û 3 zarokên xwe yê 8, 6 û 5 salî qetil kir û paşê dawî li jiyana xwe anî. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Kesê bi navê Yûsûf Kuvara yê ji Sûriyeyê ku li Taxa Nedîmokmen a navenda Kîlîsê weke karker dixebitî û dijiya, Merve Kuvara ya pê re zewicî bû û 3 zarokên xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir. Xizmên malbatê heta demekî agahî jê negirtin û piştre li Navenda Bangkirinê ya Lezgîn a 112’ê geriyan û bûyer wiha eşkere bû. Komên tenduristiyê yên li ser îxbarê çûn navnîşanê, tespît kirin ku endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyên Yûsûf û Merve Kuvara û zarokên wan Emîne (8), Abdo (6) û Alî (5) Kuvara ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kîlîsê. Derbarê bûyera malbata ku dihat gotin koçber in, lêpirsînek berfireh hate destpêkirin.