Li keştiyê pankarta ‘Qeyûm bicehime’ hat daliqandin

Endamên HDK’ê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê pankarta bi nivîsa ‘Qeyûm bicehime’ li keştiyê daliqandin.

Stenbol - Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê dewam dikin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daliqandina pankarta mezin a bi nivîsa ‘Qeyûm bicehime’ li ser keştiya ku nêzî Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê dibû, desteserkirina îradeyê protesto kirin.

Rêwiyan eleqeyeke mezin nîşanî pankarta ku di saetên qelebalix de hat daliqandin dan.