Li Kerkûkê ji ber şewatê sê zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li taxa Pencaelî ya bajarê Kerkûkê agir bi malekê ket û ji ber şewatê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyan îro li taxa Pencaelî ya bajarê Kerkûkê agir bi malek ketiye û ji ber şewatê, 3 zarokên di malê de jiyana xwe ji dest dane lê sedema bûyerê nehat zanîn.

Der barê mijarê de heya niha aliyên pêwendîdar tu agahî nedane.