Li Kampa Holê serpêhatiya jinên ku bi gefa kuştinê DAIŞ’ê re rûbirû mane

Jinên Sûriye û Iraqê yên ku di beşa bi ewle ya Kampa Holê de dimînin, behsa gefên ku çete û şaneyên DAIŞ’ê li wan dixwin kirin. Jinên dibêjin li dijî gefan “Hêzên Ewlekariya Hundirîn me diparêzin” dixwazin vegerin welatên xwe.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pêşengiya YPJ'ê, Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê 27'ê Çileyê li Kampa Holê dabû destpêkirin û 6’ê Sibatê bidawî bû. Li Kampa Holê jin, zarok û mêrên ku li gorî quralên şaneyên DAIŞ’ê tevnedigeriyan bi gefên kuştinê re rûbirû dihatin. Bi dehan bûyerên qetilkirinê jî ji destpêka 2019’an heta Cotmeha 2022’an li Kampa Holê ya ku li Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, pêk hatin. Ji bo kesên ku gefa kuştinê li wan hatiye xwarin û xwe gihandin rêveberiya kampê, rêveberiya Kampa Holê beşeke bi ewle ji wan re veqetand. Di beşa bi ewle ya di 2021’ê de hatiye avakirin de nêzî 60 kesên ku di navbera wan de jin û zarok hene bicih bûne.

Bêtirî jinên ku di beşa ewle de bi cih bûne, ji beşên penaber û malbatên DAIŞ’î yên Sûriye û Iraqê ne. Jinên ku ji parêzgeha Heleb û Enbara Iraqê ne ji ajansa me re axivîn.

'Gefa kuştinê li min xwarin'

Lîna Esed Yesûr a 23 salî ji parêzgeha Helebê ye, 6 sal in li Kampa Holê dimîne zextên ku şaneyên DAIŞ’ê di hundirê beşa ku ew lê dima dikir wiha bilêv dike: "Şaneyên DAIŞ’ê gelek zext li min kirin, bi hinceta ku ez bi rêveberiya kampê re alîkar im gefa kuştinê li min xwarin. Çeteyên ku hatin gef li min xwarin Iraqî bûn. Êdî piştre min xwe gihîştand Hêzên Ewlekariya Hundirîn û wisa dikaribûm xwe ji nava wan xilas bikim û werim beşa bi ewle. Bi awayekî neyînî bandorê li derûniya me kirine."

'Operasyonên ewlehiyê dilê me rehet dikin'

Lîna Esed bal kişand ser operasyonên ewlehiyê ku ji aliyê şervanan ve tên lidarxistin û wiha got: "Rast e! Operasyon hene û gelek çete jî tên girtin lê em dixwazin di warê derûnî de jî rehet bin. Em naxwazin di hundirê kampê de bimînin, dixwazim li derve çend kêliyan bijîm. Dema ku mij çêdibe, em di nava tirsa ku çete êrîşî me bikin û me bikujin û serjê bikin de dijîn. Lê dema ku operasyonên ewlehiyê çêdibin, hinek dilê me rehet dibe."

‘Di 12 saliya xwe de bi darê zorê hatim zeiwcandin’

Lîna Esed jî di temenekî pir biçûk de bi çeteyekî re tê zewicandin. Lîna wiha behs dike: "Malbata min ez bi zorê bi mêrekî re dam zewicandin, ez neçar mam ku pê re jî tevbigerim. Piştre min fam kir ku ew çete ye, min bizanibûya ku çete ye min ê nepejiranda. Bifikirin ku di 12 saliya xwe de bavê min ez dam zewicandin." Lîna da zanîn ku bavê wê ew ji bo pere firotiye çeteyekî. Ji lewre ew daxwaz dike ku ji Kampa Holê derkeve û biçe kampeke din a bi ewle. Lewre dê û bavê wê mirine, hevjînê wê yê çete jî di şerê Baxozê de hatiye kuştin."

Gelek caran destdirêjî lê hat kirin

Lîna Esed ne tenê di nava tarîtiya DAIŞ’ê de dijî û bûye mexdûrê hişmendiya baviksalarî, rastî destdirêjî jî hatiye û wiha didomîne: "Dema ku ez li Baxozê bûm, bi gelek bûyerên bi êş re rûbirû mam. Çeteyan carekê li Kampa Holê li min dan, ez mehekê ji ser hişê xwe çûbûm û wiha di nexweşxaneya Hesekê de mam. Ev bû sedem ku ez gelek bûyeran ji bîr bikim û bîra min zeyîf bibe. Gelek caran çeteyan bi darê zorê destdirêjî li min kirin."

‘Min xwe ji nav wan xilas kir’

Rîm Îbrahîm ji parêzgeha Enbar a Iraqê ye 8 sal in li Kampa Holê di beşa Iraqiyan de dijî lê niha di beşa bi ewle ya kampê de ye. Rîm der barê sûcên ku çeteyan li dijî wê de kirine de wiha dibêje: "Dema ku em li beşa xwe ya destpêkê bûn, çeteyan ji ber ku me lepik, gore û çarşevên reş li xwe nedikir gef li min xwarin. Hevjînê min di hembêza min de kuştin gefê li min jî xwarin û gotin ew ê careke din li min vegerin. Piştî wê bi mehekê çete hatin ku min bikujin, bi awayekî hema min xwe xilas kir û hatim vê beşê."

‘Hêzên Ewlekariya Hundirîn me diparêzin’

Rîm Îbrahîm ji bo quralên ku çete û şaneyên wan li ser penaberên Iraq û Sûriyeyê ferz dikin wiha dibêje: "Ez hemû quralên DAIŞ’ê dizanim. DAIŞ’ê mala xelkê xirab kir, zarok sêwî kirin, jinan bê hevjîn hiştin û gelek zarok niha di kampê de li kolanan digerin. Gelek zarokên sêwî yên Iraqî li kampê bê dê û bav in, bêkes in û ev sûcê DAIŞ’ê ye. Ji wexta ku DAIŞ’ê êrîşî Sûriye û Iraqê kiriye ve heta niha, em perîşan in. Hêzên Ewlekariya Hundirîn me diparêzin lê DAIŞ her dema ku derfetê dimîne êrîşê me dike."

Rîm Îbrahîm bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Dixwazim vegerim welatê xwe û pêşerojê ji zarokên xwe yên ku heta niha nezan mane re ava bikim. Berî her tiştî ez ê wan bidim xwendin."