Li kampa Holê kuştina jinan zêde dibe: Cenazeya jinek hat dîtin

Li kampa Holê bûyerên kuştinê ev sal zêdetir bû û hejmara ku li kampê hatine kûştin piranî jê jin, ji nozdehan zêdetir bû.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlekariya Hindûr li kampa Holê ya li rojhilatê Heseke ya Bakûr û Rojhilatê Surî dikeve, cenazeya jinekê ku hatiye kûştin dît.

Li gor agahiyên ku hatine girtin duho cenazeya jinekê penaberê ji Surî, li beşa pêncemîn a kampa holê bi awayekê hatiye kûştin, hat dîtin.

Li gor agahiyên ku ji Hêzên ewlekariya Hindûr hatiye wergirtin, Fatima al-Shweiti ya ji Dêrezorê piştî hefteyekê bi ser wendabûnê, bi awayekê mirî hat dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 30’ê Gulanê de jinekê din a ji Iraqê bi awayekê hovane li kampa Holê hatibû qetilkirin û nasnameya wê nehatibû zanîn. Bi giştî ji destpêka salê heya niha kûştinên jinan ên li kampa Holê ji 19’an zêdetir bûye.