Li kampa Holê jinek hat qetilkirin!

Li Kampa Holê ya girêdayî Hesekê ku weke "Yek ji kampa penaberan a herî bixeter ya cîhanê" tê binavkirin, cenazeyê jineke din a hatî qetilkirin hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li Kampa Holê ya girêdayî bajara Hasekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetlîamên jinan bê navber didome. Li gorî agahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di kanalîzasyoneke beşa 5’an a taybet koçberên sûrî lê dimînin de cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li gorî daneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka salê ve hejmara li kampê hatin qetilkirin gihişt 29’an. Li Kampa Holê ya weke "Yek ji kampa penaberan a herî bixeter ya cîhanê" tê binavkirin, 29,152 ji Iraqê, 18,863 ji Sûriyê û 8,109 ji 54 welatên cuda bi giştî 56,977 malbatên alîgirên DAIŞ’ê dijîn.

Hate hînbûn ku der barê mirina jina ku tê texmînkirin jî Sûriyeyî ye de lêpirsîn hat destpêkirin.