Li kampa Holê cenazeyê jineke din hatê dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyeke jineke din li kampa Holê dîtin.

Navenda Nûçeyan- Ji destpêka sala 2022'an ve li kampa Holê rojene bûyerên qetilkirina tê jiyîn. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê, hêzên Ewlekariya Hundirîn îro cenazeyê jineke hatî qetilkirin, li stada futbolê ya li beşa 3’an a taybet bi iraqiyan a li hundirê Kampê, dîtin. Li gorî rayedarên ewlehiyê yên li kampê, heta niha nasnameya jina kuştî nehatiye naskirin.

Li Kampa Holê ji destpêka sala 2022'an ve hejmara qetilkirinan bû 24 û hejmara birîndaran ên ji ber hewldanên kuştinê 13 e.