Li Kabîlê qetlîama jinan
Li herêma Barçî ya Kabîlê mirina jinekê ya bi guman.
Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê qetlîamên jinan û mirinên bi guman zêde dibin. Sedemên mirina jinan an nediyar dimîne an jî nayên ragihandin. Nûçeya herî dawî ya komkujiyê ji herêma Barçî ya paytextê hat. Cenazeyê jineke mirî di mala wê de hat dîtin. Dema ku di lêkolîna ewil a bûyerê de derbarê mirinê de hat gotin ku "bûyera diziyê", hat ditîn ku li malê eşyayêk bi qîmet ya jinê nehatiye dizîn. Şêniyên taxê anîn ziman ku mala jinê hatiye tevlîhev kirin lê di eşyayên wê de tu kêmasî nîne. Hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê berdewam dike.
Li Kabîlê beriya demek jî li kolana Dibistana Dasht-e-Takheel cenazeyê jineke ciwan a ku destên wê girêdayî bûn hat dîtin. Dîsa di rojên derbasbûyî de 2 jin dema ji malên xwe derdiketin ji aliyê kesekî yan kesên nenas ve bi çekê hatibûn qetilkirin. Kiryar ne diyar mayîna qetliman ku zêde dibin, jinên Afgan dixe nava fikaran.