Li Kabîlê jinên ku Talîban şermezar kirin rastî êrîşê hatin

Jinên ku ji bo astengiya li hemberî perwerde û jiyana xebatê were rakirin li Kabîlê hatin ba hev, rastî êrîşa hêzên Talîbanê hatin.

Navenda Nûçeyan- Li Afganistanê di Tebaxa 2021’ê de hêzên Talîbanê dest danîn ser rêveberiyê ji wê rojê ve heta niha polîtîkayên qedexeyî yên Talîbanê ji aliyê jinan ve tên şermezarkirin. Talîban li dijî van çalakiyan bi tundîtûjî bersiv dide û jinan dixe binçavan. Li rûxmê vê yekê jî jin ji bo mafên xwe dest jî berxwedanê bernadin.

Îro jî li paytext Kabîlê jinên ku li ser cadeya Amdeh hatin ba hev, polîtîkayên qedexeker ên Talîbanê şermezar kirin. Jinên ku der barê mafê perwerde û xebatê de pankart vekirin, li dijî Talîbanê dirûşm avêtin.