Li Kabilê jinek ciwan teşwîqî xwekujiyê hat kirin
Li Afganistanê jineke teşwîqî xwekujiyê hat kirin, şêniyên paytextê bû şahidên bûyerê.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê desteserkir û şûnde kuştinên jinan zêdebûn û teşwîqa xwekujiyê her roj hîn zêdetir tê jiyîn. Li Kabil a paytaxta Afganistanê jinek ciwan a nav û agahiyên wê yên nasnameyê nayê zanîn ber bi xwekujiyê ve hat teşwîqkirin.
Nayê zanîn ku jina ciwan ku dema li qata çaremîn a avahiyê bû wêneyên wê hatine kişandin, çima û çawa ber bi xwekujiyê ve hat teşwîqkirin. Lê gelek hemwelatî bû şahidê bûyera ku di demjimêra kolanên Kabilê pir tijî de pêk hat.