Li Iraqê zêdetirî 20 hezar berhemên dîrokî hatin dîtin

Desteya Giştî ya Berhemên Dîrokî ya Iraqê ragihand ku bi pêngavek berfireh zêdetirî 20 hezar berhemên dîrokî li Iraqê hatine dîtin û şandine mûzexaneya nîştimanî.

Navenda Nûçeyan – Desteya Giştî ya Berhemdên Dîrokî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di dema borî de zêdetirî 20 hezar parçeyên kevin yên dîrokî hatine dîtin û li mûzexaneya nîştimanî ya Iraqê hatine bicihkirin.

Li gorî heman daxuyaniyê kel û pelên dîrokî hemû bi pêngavek berfireh û hevkariya serokwezîrê Iraqê, Wezareta Karên Derve û balyozxaneyên welatan hatine dîtin.

Hate gotin ku beşek ji wan parçeyên dîrokî, ji aliyê kes û komên taybet ve dihatin firotin, lê niha hemû vegerandina Iraqê.