Li Iraqê hejmara kesên dibin xeta hejariyê gihişt 9 milyon
Rêveberê Giştî yê Beşa Çavdêrî ya Civakî ê li Wezareta Kar û Karubarê Civakî ya Iraqê ragihand ku li Iraqê nêzî 3 milyon malbat pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û hejmara kesên dibin xeta hejariyê gihişt 9 milyon.
Navenda Nûçeyan - Rêveberê Giştî yê Beşa Çavdêrî ya Civakî li Wezareta Kar û Karubarê Civakî ya Iraqê Zikrî Ebdulrehîm got ku civînên wan ên ji bo plana reformê ya di sîstema çavdêriyê dewam dikin.
Zikrî Ebdulrehîm diyar kir ku pêwîstiya nêzî 3 milyon malbatan bi alîkariyê heye û got; “9 milyon welatiyên Iraqê dibin xeta hejariyê dene. Em hewl didin bi kiryar daxwazên ji bo çavdêriya civakek dadperwer pêkbînin. Wê di nava du rojên bê de mûçeyê 75 hezar malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye were dayîn.”