Li Iraqê derbarê êrişên Tirkiyê de “Komîteya Lêkolinê” hat avakirin

Derbarê êrişên Tirkiyeyê ya li ser axên Iraqê de Komîteya Lêkolînê ya Parlamentoyê hat avakirin. Komîte, bi biryara Komîsyona ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê hat avakirin

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, ji bo lêkolînkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bajar û bajarokên sînorê Iraqê Komiteya Lêkolînê ya Parlamento avakir.

Daxuyaniya ku li ser mijarê hat kirin de, wiha hat gotin: “Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya li parlementoyê êrişên hêzên tirk ên li ser bajar, gûnd û gûndikan tê kirin û rê li ber wendahiya can û malê vedike bi awayekê berfireh nîqaş kir. Komîsyon, komiteyêk ya lêkolinek avakir. Ev komîte dê di demek nêzîk de serdana wan deverên ku êrişên hêzên Tirkiyê tê kirin bike û piştre ji bo pêşkêşî parlamentoyê bikeü raporteke berfireh amade bike.”