Li Iraqê bajarekê kevnar ê Mîtaniyan hat dîtin

Li Iraqê piştî hişkesaliya ku bi mehan domiya, ji ber kêmbûna ava çemê Dîcleyê şopên jiyana Mitaniyan ango bajarekî kevnar ê beriya 3 hezar û 400 salî derket holê.

Navenda Nûçeyan- Li Iraqê ji ber hişkesaliya heyî û kêmbûna asta ava Dîcleyê bajarekê kevnare yê beriya 3 hezar û 400 salî hat dîtin.

Li gorî arkeologan tê bawerkirin ku ev bajarê Zakhiku yê girêdayî Împaratoriya Mîtaniyan e ji salên beriya zayînê ve, ji hezar û 550 heya piştî zayînê hezar û 350’yan domiyaye. Di nava bermahiyên hatine dîtin de dîwarên ku ji kerpîçên li ber tavê hatine zuhakirin hatine çêkirin jî hene. Tê diyarkirin ku hinek ji wan ji dema çêkirina Bendava Mûsilê ve heta niha 40 sal in di bin avê de ne.

Tê texmînkirin ku sedema vê yekê erdheja ku berî zayînê di sala 1350’an de bajar wêran kiriye ye.

Arkeologan di bajarê binavbûyî de çi kifş kirin?

Arkeologên zanîngeha Freiburg û Tubingen a Almanyayê û Daîrêya Arkeolojiya Kurdistanê li herêmê xebatên kolanê pêk dianîn. Dema di sala 2018’an de hişkayî çêbû, av kêm bû, qesrek kevnar bi berfirehî hat dîtin. Arkeologan dîwar, birc û keleh û avahiya depoyek mezin jî di nav de nexşeya beşek mezin a bajêr bi serkeftî derxistin.

Her wiha arkeologan berhemên ku jiyana demên borî ya li qeraxên Dîcleyê hin baştir vedibêje dîtin. Li herêmê 5 firaxên seramîk ên ku tê de zêdetirî 100 tabletên bi nivîsên bizmar cih digrin derket holê.

Lêkolîner hêvî dikin ku ev nivîsarên kevnar ên piştî demek kurt erdheja li bajêr qewimî bûn dîrok dê agahdariyên girîng li ser jiyana di dawiya Împaratoriya Mîtaniyan de li herêmê hat jiyîn de bidin.